
Tehma Xweliyê
-
Ew kesê ku di nav agirê xwe de disoje, dişewite û dibe mistek xwelî û bi hewayê ve berba dibe, ji goştên xwe û ji hestiyên xwe destê xwe dişo, encax ew dikare xwe pak bike, wekî ku Hafız dibêje: ‘Difirim, xweliyê min bi hewa dikeve, dê veguheze min’ Heke mirovek ji xweliyê xwe veguheze xwe, ew êdî ji goşt û hestiyê pê ve tiştekî din e.
“Mebesta jiyanê xwelibûn e, tunebûn e yanî?”ji bo evîndarê rasteqîn, belê. Guh bide ez axaftinekî di navbera perwane û findê de bêjim ji te re. Perwane ji findê re dibêje, evîndar ez im, şewat li min tê, yê bi ax û nalînan bi giriyê bikeve ez im, gelo tu çima digirî; find, wey evîna min ê reben dibêje, ji perwanê re, min ji hinguva mîna şêrîn veqetandin, ji gava şêrîna min bi neheqi ji deste min hatiye sitandin wekî Ferhad girîn û nalîn li min tê, bi vî awayî hem diaxive û hem jî rondikan ji çavan dibarîne; tu, li şewqa min a ronî geş dike nenihêre, li agirê wekî lehiyekî dibare û di hinava min de diherike û min dişewitîne binihêre, evîndariya te îdiayekî pûç e, ne sebr heye bi te re û ne tebat, hema ji ber şewqekî biçûk jî direvî tu, lê ez heta tune dibim dişewitim û dihelim li ser piyan dimînim, wekî te ji ber şewqê narevim!
Yayınevi | : | Aram Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 106 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Üye olmadan sipariş verebildim.
Ayrıca, kargo süreci hakkında da sistem üzerinden güncel olarak bilgilendirildim.
Memnuniyet duydum.