
Rêya Xelasiyê & Rayîrê Xelasiye & Kurtuluş Yolu
Rêya Xelasiyê & Rayîrê Xelasiye & Kurtuluş Yolu
Ev kitêb, a Şêx Selaheddîn kurê Şêx Seîdê Palewî ye. Li ser meseleyên fiqhî ye; bi piranî mijara wê nimêj e. Behsa erkan û sunetên nimêjê, hukmê wê yê dînî û xêr û fezîleta wê dike. Tê de van mijarana diborin:
- Dostaniya digel alim û sadiq û salihan
- Sebebê xilqetê ‘îbadet e
- Qamet
- Erkan û sunetên nava nimêjê
- Tesbîhên piştî nimêjê
- Sunetên rewatib û xêra wan
- Qezayên yekî hebin dikare sunetan bike?
- Qenc-edakirina nimêjê
- Qeza limêja ferz li ser du qisman e
- Nesîheta li jinan
- Qesîdeyek li ser Şêx Selaheddîn Efendî
- Qesîdeyek li ser Şêx Muhemmed Seîd Palewî
- Xetmeya Xacegan
Mixabin di dema serhildana Şêx Seîd û surgûnên malbata wî de hemî tiştên malbatê talan bûne. Lê ev kitêb ji hêla dostê Şêx Selaheddîn, Mela Muhemed kurê Mela Yûsuf gihaştiye destê me. Wî ev kitêb ji ber destxeta Şêx Selaheddîn Îstinsax kiriye.
Me latînize kiriye, wergerandiye Zazakî û Tirkî û digel destxetê çap kiriye.
Yayınevi | : | Nubihar Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 288 |
Basım Yılı | : | 2021 |
ISBN | : | 786059413831 |