
Miradê Kinê Jiyan, Huner Û Stranên Wî
Miradê Kinê Jiyan, Huner Û Stranên Wî - Hurşit Baran Mendeş
Herêma Torê; ciyê dîn, milet û şaristaniyan e; herwiha cî û warê çanda Kurdan e jî. Yek ji hozanên me yê din ava vê pirrengiya çanda dewlemend de gihiştî, Miradê Kinê ye. Ew bi navê “Miradê Kinê”, “Mirado” û bi leqeba “Mîrê Ribabê” tê naskirin. Bi eslê xwe ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye.
Miradê Kinê, hunermendekî dualî ye; hem stranên kêf û dawetan gotine hem ji yên dengbêjiyê. Stranên kêf û dawetan bi wezn û aheng, yên dengbêjiyê jî bi awaz û bi şewat gotine. Wî bi vê dualîtiya xwe, geh dile xelqê xemgîn kiriye, geh jî şengîn kiriye. Wî, di muzîka Kurdî de digel awaz û şêwaza xwe, bi ribaba xwe jî reng û tarzeke nû û ciyawaz afirandiye, ku niha jî gelek hunermend li ser tarza wî stranan dibêjin.
Miradê Kinê, hem gula dîwan û cıvatan hem jî bulbulê dawetan bû. Li herêma Torê, hunermendê ku herî zede ji bo dawetan dihate vexwandin û hezkirin, ew bû.
Vêca ev kitêba li ber destê w eli ser Miradê Kinê ye. Ji du birrên sereke pêk tê. Birrê yekem lêkolîn e li ser jiyana Miradê Kinê û stranên wî, birrê duyem jî deşîfrasyona 116 stranên wî ye.
Yayınevi | : | Nubihar Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 496 |
Basım Yılı | : | 2024 |
ISBN | : | 9786256605152 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |