
Menzûmeya Tecwîdê (latînî-Erebî)
Amadekar: Mela Birhanê Tarînî
Ji kûrahîya ilmên dînî û di warê tewcîdnasîyê de pirtûka yekem ku bi Kurdî hatiye nivîsîn ev berhem e. Ev kitêba ku di destê we de ye berî nêzîkî du sed û pêncî salî hatiye nivîsîn û heta niha jî veşartî mabû di nava gencîneya klasîkên Kurdî yên olî de. Ji rêbazên xwendina Quranê bigire hetanî şiklê xetên Mishefan bi awayekî nezmî rêz kiriye. Seyda Mela Xelîlê Sêrtî bi vê menzûmeyê tecwîda Kurdî şîrîntir û şênbertir dike.
Her wisa Seyda bi vê metnê girêdana ekola qariê mezin û Kurdê navdar Îbn-u Cezerî jî dertîne holê ji bo ku xwendevan tehma Kurdewarîyê hîn bibe. Êdî xwendevanên Quranê ji vir û pê de wê dengderketin û sifetên herfên Hecaê bi awayekî zelal binasin. Ji lew re divê medreseyên Kurdan xweş xwendina Quranê ji nû ve hel bikin û vegerin ser bingeha xwe ya esîl ku bi salan e ev hîmê han ji nav me rabûye.
Her weha sekin û îşaretên ser ayetan jî bi awayekî ronî datîne ber sifreya me ji bo em nesîb û para xwe jê bigirin.
Di olnasîya Kurdî de cihekî cuda bi vê berhemê tê meydanê, ji bona xelekên klasîkîyê bêne şikandin û ji çar alîyan olnasîya Kurdî xurtir bibe.
Yayınevi | : | Lîs Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 76 |
Basım Yılı | : | 2016 |
Dil | : | Kürtçe |
Üye olmadan sipariş verebildim.
Ayrıca, kargo süreci hakkında da sistem üzerinden güncel olarak bilgilendirildim.
Memnuniyet duydum.