MEM Û ZÎN Şirove û Kurdiya îro (ciltsiz)
- Bugünün Kürtçesi ile Yorumlayan: Jan Dost
- Karton Kapaklı
-
Tefsîra Jan Dost a Mem û Zînê êdî bi zimanê Mem û Zîn e, bi kurdî ye. Jan Dost, demeke dirêje ku li ser Mem û Zînê dixebitî û heta niha gelek caran şiroveya wê bi erebî çap kiribû.Şiroveya Jan Dost êdî bi kurdî ye.
“Ev xebat û xebatên bi vî rengî divabû ji zû ve bihatina kirin. Divabû Mem û Zîna Xanî di pey mirina wî re û li ser destê ronakbîrên kurdan wê demê bihata şirovekirinû tefsîra wê biketa her malê. Milletênku hişmendiya wan zindî ye û pêta zanînêdi hişê wan de her diçirise zû bi zûxwedî li şaheserên xwe derdikevin. Berhemeke wek Memû Zînê divabû ku bi dehê caran ûli ser destê gelek kesan bihata tefsîrkirin û“mîmariya” me ji dîwarê zanînê reli ser bingeheke xurt bûya.
Memû Zîn teksteke ku bi hezar kilîtî vedibeû gencîneyeke bê binî ye ku divê ji hêla gelek pisporên felsefeyê û rexnegiran û mûzîknasan û stêrnasan û hwd were vekolîn. Divê xwendina Mem û Zînê ne ji aliyekî tenê ve be, divê ew bi gelek şêweyanû ji gelek koşeyan de were xwendin. Divê ew mînagirekî tarîxî were vedan û kolandin da ku ji hundir de were keşifkirin û razên wê werin nasîn.
Ev berhema ku nêzîkî 2660 malik e kitêba kurdanya pîroz e û serê kurdan divê bi vêkitêbê bilind be û her wê bidin pêş ûbidin ber çavên (xelkê) ku muxatabên Xanîbûn da ku giraniya wêjeya kurdî were nasîn. Erê ev berhem nêzîkî kitêbên pîroz yên milletên din e ku civak û tarîxû cîhana wan serobinî kir.
Yayınevi | : | Avesta Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 426 |
Dil | : | Kürtçe |
Ayrıca pirtukakurdi olması saygıya deger bir kitap alışveriş
Sitesi.