
Mela Huseynî Bateyî - Dîwan Berhem û Helbestên wî
Mela Huseynê Bateyî Melayê Bateyî di edebiyata kurdî ya klasîk de piştî Ehmedê Xanî
xwedî cihekî muhîm e. Lewra cara pêşîn wî mewlida hezretî pêxember bi kurdî
nivîsandiye. Hetanî wê demê kurdan mewlida erebî ya ku ji hêla Îbnû Hecerê Heytemî
ve hatibû nivîsandin di rojbûna pêxember de dixwendin. Piştî ku Melayê Bateyî bi kurdî
nivîsand, kurdan êdî mewlida wî xwendin û ev mewlid di medresên Kurdistanê de piştî
qedandina Qur’anê bû kitêbek ji kitêbên rêzê ku feqiyan dixwendin. Ev kitêb li ser jiyan,
berhem û helbestên Mela Huseynê Bateyî ji hêla amadekarê kitêba Feqiyê Teyran M.
Xalid Sadinî ve hatiye amadekirin. Di vê xebata hêja de ji xeynî mewlida wî gelek şiîrên
wî jî cih digirin. Bi saya vê xebatê dê haydariya xwendevanên kurd ji klasîkan zêdetir
çêbibe û dê dewlemendiya kelepora kurdan baştir bê xuyakirin. Mela Huseynê Bateyî
her wekî ji navê wî tê zanîn mela û seyda bûye. Mirovekî oldar, xwedêtirs û zanyar buya.
Her wisa mirovek cesur bû bi şece’at bûye. Her wekî di serpêhatiyên li ser wî hatine
gotinê de pêwendiya wî û mîran pêwendîyeke payebilind bûye. Ew ’alimek û aqildarekî
dîwana mîr bûye. Em vî tiştî jî ji helbestên wî dizanin. Her wekî mewlûda wî helbest û
qasîde û methên wî li ser devê xwendavan û zaneyên deverê niha jî ji ber in. alem li ber
mewlûda wî dawetîyan dide û di xer û şerên xwe de ve berheme dixwîne.
Yayınevi | : | Nubihar Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 248 |
ISBN | : | 9789944360661 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |