
Li Dêrê
Hesenê Metê xwendevanan di Gotinên Gunehkar de dibe warekî pîroz û bo nav minaqeşeyeke lahotî-felsefî. Li Dêrê jî ew domê dide seredana cihên pîroz û vê carê ew cih jî dêreke Swêdî ya li başûrê Stockholmê ye.
Ev novel li maleke Xwedê, li dêrê dest pê dike û domê dide wan gengeşeyên xwe yên di Gotinên Gunehkar de dest pê kiribûn, lê vê carê bi ziman û gotinên evîndar û bi hestên birîndar û tobedar.
Sidqî Hirorî (Kulturname)
Hesenê Metê di novela xwe ya nû ya bi navê Li Dêrê de bi binmetnekî cihê û bi hîs û gûmanên însanî li ser şopên xapînok e. Hest û hizrên mirovekî dixe bin mercekê û çûnûhatinên wî yên bi êş û elem li ber me radixe.
Hesenê Dewrêş (Radikal)
Li ser vê kitêbê axirî dikarim bêjim noveleke di hizra xwe de ye û diherike û bi xwendina wê hunê jî li ser rêşiyên çîroka xwe bifikirin. “We got erê?”
Sebê Cotkar (Le monde diplomatique-kurdî)
Yayınevi | : | Peywend Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 74 |
Basım Yılı | : | 2021 |
ISBN | : | 978-605-84345-2-3 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Üye olmadan sipariş verebildim.
Ayrıca, kargo süreci hakkında da sistem üzerinden güncel olarak bilgilendirildim.
Memnuniyet duydum.