Kurdê Bengî
Casimê Celîl rîsipî û kedkarekî wêje û
zargotina Kurdan î Sovyetê ye. Helbestvanê hêja bi dilekî şa û baristan, bi
şêkirdarî derheqa welatê xwe yî mezin û merivên wê de dinivîse, li wî welatî li
kî derê pareke gelê wî bû xwedîyê azadî û bextewarîyê, gul veda û ket ser rêya
pêşdeçûyînê.
Afirandinên vê berevokê pesindarîya jîyan û
kirinêd merivên Sovyetê û mêrxasîya wan in; çawa di asta çêkirina wekhevîyê de,
wisa jî di rojên oxirmeyên giran de.
Xên ji helbestan di berevokê de destana
“Kilama Hozbek” û “Poêma şerkarîyê” hatine bicîkirin, kîjan ji numûneyên
kelepora Kurdan î baş in. Hêmaya şerkarîya gelê Kurd î azadîxwazîyê gelekî
nêzîkî dilê helbestvan e û bi vê hêmayê wî gelek afirandinêd giranbiha saz
kiriye.
Di nav helbestên bi keser de evîndarî wekî ronayîyekê, wekî findeke şabûn û dilxweşîyê şewqa xwe dide gîyanê helbestvanîya wî. Evîndarîya wî ber bi zargotin û dîroka gel e.
Çapa yekemîn a vê pirtûkê sala
1980’yî li Yêrêvanê ronayî dîtiye. Afirandinêd vê berevokê nîşan didin, wekî
helbestvanê me yî hezkirî, li salên xwe nanêre (wê çaxê ew êdî ji 70 salî
derbastir e.) hê bi kela ciwantîyê ve diafirîne. Ew pirtûk piştî çapkirina
yekemîn li Amedê, li Weşanxaneya Lîsê ji bo bibe mal û milkê gelê Kurd tê
weşandin.
Yayınevi | : | Lîs Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 176 |
Basım Yılı | : | 2020 |
ISBN | : | 9786057535771 |
Dil | : | Kürtçe |
Ayrıca pirtukakurdi olması saygıya deger bir kitap alışveriş
Sitesi.