
Kulîkvedana Gezgezekê
-
Romana Kulilkvedana Gezgezkê li ser jina kurkê bi navê Martîn ê sêwî ye. Nivîskar Harry Martinsons jiyana xwe ya zaroktiyê ku di bin şert û mercên gelek giran de derbasbûye bi zimanekî helbestî û hestyar wek romaneke biyografîk pêşkêşkiriye. Roman bi hest û lênerîna zarokan hatiye nivîsandin. Loma jî yekser derbasî nava dunyaya ruhê mirov dibe. Hest û jiyana Martînê sêwî yê ku bavê wî dimire û dayika wî ji Swêdê diçe bajarê Kalîforniya Emerîkaya, hê di rûpelên pêşî de mirov derbasî nava xwe dike. Her ku mirov xwe di nava rûpelên romanê de berdide mirov dibîne ku hemû kesên li ber dilê Martîn şêrîn in, yek bi yek wî bi tenê di nava zehmetiyên jiyanê de dihêlin û winda dibin. Ew wek xulamokî biçûk di karên giran de tê bikaranîn û piştî demeke kurt radestî malbateke nû tê kirin. Bi her gûhertineke nû re şertên jiyana wî hê girantir dibe.
Yayınevi | : | Lîs Yayınları |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Üye olmadan sipariş verebildim.
Ayrıca, kargo süreci hakkında da sistem üzerinden güncel olarak bilgilendirildim.
Memnuniyet duydum.