Kovara Hawar Çapa Nûdem
2 cîld e û çapa taybet e
Hawar yekemîn kovara kurdî bi tîpên latînî bû.
Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê gelawêja1943'an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943'an weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.
Yayınevi | : | Nûdem Yayınları |
Ayrıca pirtukakurdi olması saygıya deger bir kitap alışveriş
Sitesi.