Kofîya Dêya Min
Casimê Celîl pesindarê welatê Sovyetê û gelê xwe yî
bextewar e. Ew çarenivîsa gelê xwe ji çarenivîsa gelên welatê xwe yî mezin î
mayîn î biratîyê nade cudakirin, pêşdeçûyîn û gulvedana gelê xwe bi serkeftina sîyaseta
partîya Lenînîyê yî miletîyê re dide girêdan. Kar û xebatên merivên welatê
Sovyetê, biratîya gelan, alîkarî û piştgirîya wan bê kêmayî taybetîyên
helbestvanîya wî ne. Di helbestên “Lenîn”, “Oktyabir ”, “Wetenê Min” û gelekêd
mayîn de ew bi pêş de tê çawa dibêjê dostîya gelan, alîgirê aşîtîyî û heqîyê.
Sala 1956’an di rojnameya Pravda de helbesta Casimê Celîl “Lenîn”, sala
1963’yan di rojnameya “Îzvêstîya”yê de helbesta wî yî “Çîyayêd Kurdistanê”
hatine weşandin.
Çapa yekemîn a pirtûkê sala 1984’an li Yêrêvanê bi zimanê
Kurdî ronayî dîtiye. Kofîya Dêya Min piştî
çapa yekemîn li Amedê, li Weşanxaneya Lîsê ji bo bibe mal û milkê gelê Kurd tê
weşandin.
Yayınevi | : | Lîs Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 214 |
Basım Yılı | : | 2020 |
ISBN | : | 9786057535788 |
Dil | : | Kürtçe |
Ayrıca pirtukakurdi olması saygıya deger bir kitap alışveriş
Sitesi.