
Kêşana Karên Kurdî Berhema Mela Mehmûdê Bazîdîyî
Berhema Mela Mehmûdê Bazidîyî ye ku ji bo hînkirina kurdî hatîye amadekirin. Yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Di vê xebata Bazidîyî da çar beş hene ku beşa yekem nirxandina berhemê, beşa duyem metina berhemê ya sadekirî, beşa sêyem metina berhemê ya latînîzekirî û beşa çarem jî kopîya orjînal ya berhemê ye. Di vê berhema tematîk da ji bilî morfolojîya karên kurdî, li ser sentaksa kurdî agahîyan giring hene. Nivîskar: Mikail Bülbül ● Di sala 1978an da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Mastera wî li Zanîngeha Mardin Artukluyê, li ser edebîyata kurdî ye. Li Zanîngeha Zaxoyê li ser sentaksa kurmancî doktora kirîye. Di salên 2012-2017an da li Zanîngeha Mardin Artukluyê wekî mamosteyê beşa kurdî xebitî. Niha li Weqfa Mezopotamyayê wekî koordînator dixebite. Mustafa Öztürk ● Di sala 1980yî da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Perwerdehîya xwe ya bilind li ser edebîyata tirkî qedandîye. Di navbera salên 2002 û 2015an da mamostetîya ziman û edebîyata tirkî kirîye. Ji 2015an vir ve li Zanîngeha Mardin Artukluyê mamostetîya ziman û edebîyata kurdî dike. Hîn jî di qadên edebîyata kurdî, tirkî û berawirdkirina van her du edebîyatan da, xebatên xwe yên akademîk didomîne. |
Yayınevi | : | Mezopotamya Vakfı Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 192 |
ISBN | : | 978-605-80975-6-8 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Üye olmadan sipariş verebildim.
Ayrıca, kargo süreci hakkında da sistem üzerinden güncel olarak bilgilendirildim.
Memnuniyet duydum.