
Karîbarên Gelê Kurd
Karîbarên Gelê Kurd
Endamê Yekîtiya Nivîskarên
Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava kiriye: Di
beşa yekem de beyt-serpêhatiya mêrxasê kurd Eliyê Xarziya heye û bi terzê
dengbêjan hatiye tomarkirin. Di beşa duyem de çîroka bi navê Dundulçûk heye ku
hiinekî dişibihe çîrokek ji Çîrokên Hezar û Yek Şevê. Kilamên mêrxasiyê yên bi
navên “Îsmayîl Axa”, “Elîko Lawo”, “Kekê Nisret”, “Tahar”, “Kekê Ewlo”,
“Heydero Lawo”, “Elîngo Lawo”, û “Hamê Mûsê” di rêza sêyem de cih digirin.
Herwiha di beşa kilamên evîntiyê de jî stranên “Kalê û Du Keçik”, “Qazî”,
“Domam”, “Heso û Xanim”, “Jina Çê” û “Hecî Nûrî” valahiyeke berbiçav dagirtiye.
Di tevahiya berhemê de 185 dilok hene ku her yek ji ya pêşiya xwe xweşiktir e.
Çil pêkenîn û şîretên berhemê çêjeke taybet didine wêjeya kurdî; hem rûyê
mirovî geş dikin hem jî hişê guhdarî kaşî nava deryayeke ramanê, ibretgirtinê
dikin. Nivîskarî tenê numûne berhev nekirine; herwiha derbarê nirxandina
numûneyên folklorî de jî du gotarên lêkolînî amade kirine. Di beşa “Hêjaya
karîbarên gel di çi da nin?” de berhevkarî hewl daye ku tekstên tomarkirî û
bihîstinên xwe bi rêbazeke wêjeyî binirxîne. Mirov dikare gotarên “Nîgara Jina
Kurd Nava Beyt-Serpêhtiyan da” û “Nîşana Mêrxasiyê” wekî du xebatên zanistî
binirxîne ku lêkolînerî ji gelek çavkaniyan sûd wergirtiye. Di dawiya berhemê
de beşa nivîsarnasiyê heye ku bîbliyografyaya salixdarên nivîskarî tê de hatine
destnîşankirin.
Yayınevi | : | Peywend Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 183 |
Basım Yılı | : | 2021 |
ISBN | : | 9786057031501 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |