
Kallocain
Dema ku Karin Boye vê romanê diqedîne û radestî weşanxaneyê dike, dibêje “Ez sozê didim ku ez ê nema tiştekî wiha erjeng binivîsim. ”
Rast e, cîhana dîstopîk ku Karin Boye afirandiye, mejîyê mirov dihejîne.
Hemû welatîyên Dewletacîhanê di bin erdê de dijîn û ji bo dewletê dixebitin. Nirxê herî mezin, dewlet e; hemû mirov û hemû tişt ji bo dewletê ne. Daxwaza jîyaneke xwezayî û fikrên muxalîf, xayîntî ye.
Ji bo eşkerekirina sûcê fikrê, kîmyager Leo Kall maddeyekî bi navê kallocain diafirîne. Kesê ku kallocain lê dikeve, hemû tiştên xwe yên veşartî, xewn û xeyalên xwe eşkere dike. Bi vî awayî gelek "sîxur û xayîn" tên eşkerekirin, lê fikir û hestên xwezayî, yên ku qet ji holê nayên rakirin jî eşkere dibin...
Ev roman weke romanên George Orwell 1984, Çewlîka Heywanan, Aldous Huxley Cîhana Nû ya Wêrek, Yevgenî Zamyatin Em û hwd. romaneke dîstopîk e. Herweha weke wan di navbera her du şerên cîhanê de, wê dema ku ewrên reş xwe girtiye ser mirovahîyê, hatîye nivîsîn...
Yayınevi | : | Cervantes Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 252 |
Basım Yılı | : | 2018 |
ISBN | : | 978-605-81408-0-6 |
Çevirmen | : | Ji Swêdî: Salih Agir Qoserî |
Dil | : | Kürtçe |
Üye olmadan sipariş verebildim.
Ayrıca, kargo süreci hakkında da sistem üzerinden güncel olarak bilgilendirildim.
Memnuniyet duydum.