
Endişeya Pexember
Romana dawî ya Yavuz Ekinci “Endîşeya Pêxember” bi kurdî ye.
“Piştî birina Brahîm, ya ku Îsmaîl li çiyayê Moriya bike qurbanî bi çar
hezar û sed û duwazdeh sal; piştî Îsa çû ser qebra Lazer a li
Baytanyayê qêriya got: “Lazer derkeve derve!” bi hezar û çarsed û
heştê û çar sal; piştî ku Utbe bîn ebû Weqqas di herba Uhûdê de diranê Muhammed şikand, bi hezar û sêsed û not û du sal; piştî ku jina
Potîfar Zuleyxayê kurtikê Yûsifê ku digot “Dexîlê Xwedê me” û direviya
ji pişt ve çirand, bi du hezar û nehsed û heftê sal; (...) piştî
Gilgamêş giyayê nemirinê ji Utanpiştî stand û mar ji wî dizî heft
hezar û du sal; piştî Don Kîşot di sibeheke tîrmehê ya germ de li ser
pişta Rocinantê dest bi serûwena mezin kir, bi çar sed û diwazdeh sal
şûn de ser-milyaket Cibraîlê şeşbaskî daket ser rûyê erdê û ji Mêhdî re got “Binêre!””
...Û Mêhdî di nav xirecira jiyana rojane de bû pêxember lê vî zemanî
pêxembertî qet ne hêsan e.
Piştî wergera “Ayetên li Can Nivîsandî” û “Erdên Bihuştê yên Winda”, romana dawî ya Yavuz Ekinci “Endîşeya Pêxember” jî bi kurdî ye.
(Tanıtım Bülteninden)
Hamur Tipi : 2. Hamur
Sayfa Sayısı : 168
Ebat : 13 x 19,5
İlk Baskı Yılı : 2019
Baskı Sayısı : 1. Basım
Dil : Kürtçe
Yayınevi | : | Avesta Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 168 |
Basım Yılı | : | 2018 |
ISBN | : | 9786052246382 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |