
Ehmedê Xanî - Mem û Zîn
Ehmedê Xanî dîsa vedigere ser hurriyet û dadmendiya ku ew ê bide destê gelê kurd û civaka kurd. Ji ber vê yekê Xanî pirr li Stî û Zînê miqate ye. Li gorî Xanî Stî û Zîn periyên qesra Mîrî ne. Mîr li Botanê, li dilê Kurdistanê otorîteyek e. Li gorî Xanî ku mirov vê otorîteyê bide destê civaka kurdan divê mirov ji hundirê qesrê dest bi têkoşîna xwe bike. Ehmedê Xanî Stî û Zîn wek dadmendî û azadiyê dîtine û wî ji nav şahiya îda Newrozê rahiştiye wan û ew birine qesra Mîrî. Li gorî Xanî divê qesra Mîrî bi bedewbûn û xweşikbûna Stî û Zînê bixemile. Her çiqasî ji civaka kurd re otorîte û desthilatdarî pêwîst be jî divê ev otorîte bi xweşikbûn û bedewbûna dadmendî û azadbûnê were pênasekirin. Otorîte û desthilatdariya bêdad û azadî pêkûtî û tirsê belav dike. Bi rastî jî tişta ku Xanî ji Platon, T. Hobbes û J.J. Rousseau’yî cuda dike ev xeml û nîşanên dadmendî û azadiyê ne.
Yayınevi | : | Belkî Yayınları |
Çevirmen | : | Cengiz Mamo |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |