
Dîwan - Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî, yekemîn şairê Kurmanc e ku rêzikên wî yên efsûnî wekî berhem/dîwan
gihîştine heta roja îro û niha li ber destê me ne. Mela, di qada helbestvaniyê de,
dilnizmî û nefsbiçûkiya ku ji tekebburê tê, bê mane dibîne. Ew di meydana şairiyê de
pîrê şaira ye, qumaşê ku ew di şiîra xwe de tîne bazaran, tu rewaciyê ji şiîrên şairên dî
re nahêle û di bazara hunerê edebî de wan li pêşberî xwe wekî ferxikên naşî dihesibîne.
Pîrê şe‘ar e di şi‘rê we Melê şalifiroş Tu nîşan min mede Ferxî ku li nik min bûye ferx
Mela, bi rêzikên xwe yên ku wekî mirariyan hûnandiye, rêwîtiya me ya ber bi warên din
ve bi dawî tîne û têhniya me ya bi bal îrfanê ve, bi ristikên xwe yên pirhîkmet dişikîne.
Ew bi şiîrên xwe yên mûcîzane, mîna Mûsayê li hemberî sahiran şiîrên wan şairan têk
dibe.
Yayınevi | : | Nubihar Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 382 |
ISBN | : | 9789944360760 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |