
Dîffrerance
Epîgrafek ji Dîfférance:
Ez hatim seba têkçûna xwe bijîm û bidomînim. Heke hûn dixwazin ketinê bi çavên xwe bibînin, li cihekî tarî-w nedawî binêrin, wê gavê hûn ê min bibînin, hûn ê hertiştî bibînin, hûn ê tu tiştî nebînin; xeyalek, ketinek, kesekî ku nebûye tu tiştek, kesekî ku bûye Nîno û Bênav. Giştik hewqas e. Hêna dora Hîç û ewkên din nehatiye. Dibe ku rêz-mêz tune be jî. Ne mumkûn e ku gişk were bîra min. Belkî jî dora min xesp kiribin. Modernîzmê cezayekî giran daye min, loma jî seba ez karibim ji kirdebûnê xilas bibim û miqîm têkçûna xwe bidomînim, min destûr daye qopiyên xwe, ku dora min xesp bikin – te dî ewkên ku min ew xuliqandine.
Belkî jî seba em nîn in, em vî qasî qerebalix in; welew seba em qerebalix in, em nîn in. Baş ne amin im. Nola timî hişê min tevlihev e dîsa. Belkî jî seba ez bi kêr nayêm ku bibim kirdeyek, hişê min wenîko tevlihev û dewx e. Ez bi tiştekî nizanim. Hew tiştê ku ez dibêm qey ez pê zanim, hebûna deng û peyvan e. Dibe ku ez ji vê jî ne amin bim. Hertişt, tiştekî dîtir e. Tiştê dîtir, ne ew tişt e ku bi xwe ew e. Ez ne ew tişt im, ku ew tişt bi xwe ez im. Tiştê ku ez ew im, bi xwe ne xwe ye.
Yayınevi | : | NA YAYINLARI |
Sayfa Sayısı | : | 125 |
Basım Yılı | : | 2016 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Üye olmadan sipariş verebildim.
Ayrıca, kargo süreci hakkında da sistem üzerinden güncel olarak bilgilendirildim.
Memnuniyet duydum.