
Danberheva Memê Alan û Mem û Zînê Vekolîneke Folklorî
Zargotina gelê Kurd, wekî ku gelek zanyarên zargotinê jî pesend kiriye; yek ji dewlemendtirîn û kevnartirîn zargotina gelên cîhanê ye. Tevî ku heta niha hin xebatên berhevkarîyê hatibin kirin jî xebatên zanistî û tezên li ser zargotina gelê Kurd ên bi rengekî akademîk û bi pergal hatine amadekirin kêm in û ev rastî têra xwe nayê zanîn. Bedran Hîkmet di vê xebata xwe de Destana Memê Alan ku parçeyek ji parçeyên girîng yên zargotina gelê Kurd e, bi awayekî zanistî vekolaye û ew û Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji gelek alîyan ve daye ber hev. Nivîskar bi Danberheva Memê Alan û Mem û Zînê xwestiye ku xwendevanan û di ser xwendevanan re jî gelên cîhanê bêtir bi dewlemendî û resenîya zargotina Kurdan bihesîne.
Bedran Hîkmet sala 2013’an Danberheva Memê Alan û Mem û Zînê wekî teza masterê amade kiribû û ev berhema li ber destên we ji beşên girîng ên vê xebatê pêk hatiye.
Yayınevi | : | Lîs Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 276 |
Basım Yılı | : | 2023 |
ISBN | : | 9786257724975 |