
Çiyayên Bi Xwînê Avdayî
Bavê Nazê bi romana Çîyayên Bi Xwînê Avdayî careke dî bala me dibe ser êş û tehdeyîyên ku Kurd ji ber jîyana feodali û bindestîyê dikişinin. Ev êş û azarên Kurdan, alîyê wê ê feodali, di vê romana hane de, di ser evina Çeto û Gulê re tê qalkirin ku mirazê wan ji ber adet û qaydeyên feodali ên hezar û bi dile wan salan naçe serî. Her wiha, pê re jî, desthilata axatîyê ku ji pergaleke feodalîyê ye jî wekî desthilata ku şikandina wê zehmet e tê xuyakirin.
Helbet Bavê Nazê rêya şikandina vê desthilata feodalî ku bi pergala civaka hişk derketîye holê, nişanî me dide; têkoşîna çînayetî û Kurdayetîyê. Di romanê de Bavê Nazê, ji bo vê yeke jî me dibe bajarê “D”yê ku bajarê herî mezin û paytexta Kurdistanê ye û di warê pêşketina modern de jî li ber çavan û xuyanî ye.
Em di vê romanê de, digel evîna saf qirêjîyên feodalîteyê, digel têkoşîna Kurdayetî û çînayetî têkiliya bi sazîyên îsîtxbaratê re dibinin û wek rastîya têkoşîna rizgarî û pêşketinê dixwînin
Yayınevi | : | Lîs Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 310 |
Basım Yılı | : | 2016 |
Dil | : | Kürtçe |
Üye olmadan sipariş verebildim.
Ayrıca, kargo süreci hakkında da sistem üzerinden güncel olarak bilgilendirildim.
Memnuniyet duydum.