
Çîrokên Biwêjan 3
Çîrokên biwêjan, di
çanda her gelî de cihekî bi rûmet digirin. Lewre ji bûyerên balkêş pêk hatine,
loma jî gelekî bala mirovan dikişînin. Ev çîrok di mêjiyê mirovan de ciyekî
wisa digirin ku ji wir derketina wan zêde ne guncan e. Bi rastî jî mirovê ku
çîroka biwêjekê bibihîze yan jî bixwîne, nikare zû bi zû wê ji bîr bike. Her çi
qas biwêj raste rast ne şîret û pend bin jî, lê bi hîkayet û bi wateya mecazî gelek
caran ji mirov re dibin şîret û pendên herî xurt, di çîrokên biwêjan de hêza
afirandina gel a ku bi domana sed salan de bi awayekî hevkarî û kolektîf pêk
hatiye heye. Ji ber wê jî encamek xurt derdixe pêş. Di van çîrokan de mîr, şah,
axa, paşa, gundî, jin, mêr û cure cure heywan geh bi awayekî qerfî, geh bi
awayekî komîk, carinan jî bi rexneyî, carinan jî bi awayekî trajîk rista xwe
dilîzin. Nakokî û dubendiyên di navbera eşîr û gelên cîran de û yên di navbera
dîn û mezheban de di van çîrokan de bi awayekî zelal tên zimên.
Ev xebata li ber
destê we encama berhevkirina bîst û pênc salan e. Di nava vê xebatê de ji çar
parçeyên Kurdistanê û hema bigire ji her hêlên wê çîrok cih digirin. Ji van
hinek rû bi rû ji kesan, hinek jî ji pirtûk, rojname, kovar û her wekî din
hatine komkirin. Vê gavê ji şeş sedî zêdetir çîrokên biwêjan li ber dest amade
ne. Ev berhem tenê yek ji wan e.
Yayınevi | : | JEJE YAYINLARI |
Sayfa Sayısı | : | 338 |
ISBN | : | 978-605-2356-91-3 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |