
Cangoriyên Mişarê
Yek ji wan cihên ku di nivîsandina dîrokê de roleke mezin lîstiye Botan e. Botan di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Warê Mem û Zîn e. Warê çîroka evînê ye. Warê têkoşîna azadî û bêbextiyê ye. Di çil salên dawî de jî bûye warê berxwedanê.
Cangoriyên Mişare jî vegotina beşeke ji vê berxwedanê ye. Vegotina zor û zehmetî, bîr û bawerî, girêdanî û fedayîtiyê ye. 'Cangoriyên Mişarê' bi me dide nîşan ku dîroka rastî ne li ser maseyan ne li ser lênûskan tê nivîsandin. Dîroka rastî li ser kuç û bera, li ser deşt û newalan, li ser gelî û zinaran tê nivîsandin. Nîşan dide ku dîrok ne bi pênûsê tê nivîsandin. Bi têkoşîneke bêhempa, bi berxwedana li dijî zilmê tê nivîsandin. Û dîroka rast ne ya ku di pirtûkan de behsa dewletan dike ye. Dîroka rast dîroka rêhevaltiyê ye.
Yayınevi | : | Aram Yayınları |
Basım Yılı | : | 2023 |