
Çand û Folklora Kurdî
Gelê kurd nêzî du sed salî ye, digel hem û êrîş û qirkirinan jî ji bo parastina hebûn, nasname û
çanda xwe tê dikoşe. Ev têkoşîn bi awayên cur bi cur, bi navgîn û rêbazên cur bi cur pêk tê.
Ev berhema li ber destên we jî parçeyekî vê têkoşîna domdirêj e. Hevalê Ehmed Tekîn teveka
jiyana xwe di ber vê dozê de derbas kiriye. Bi salan e ji ber têkoşîna xwe di girtîgehê de ye.
Helbet ew wekî hinek dibêjin, di girtîgehê de “ranezaye”. Bi pênûsa xwe jî têkoşîna xwe ya ji bo
parastina çand û zimanê kurdî didomîne. Di vê pirtûka bi navê “Çand û Folklora Kurdî” de, hevalê
Ehmed li gorî ezmûn û tecrûbeyên xwe balê dikêşe ser girîngî û pêwîstîya parastina nirxên
neteweyî. Her wekî ew dibêje, endamên her civakê kesayetîya xwe li ser çand û nirxên wê civakê
ava dikin. Bi vê berhema xwe hevalê Ehmed jî dixwaze li gorî lêkolîn û tecrûbeyên xwe ji nifşên
nû re rê nîşandarîyê bike.
Yayınevi | : | Aryen |
Sayfa Sayısı | : | 392 |
Basım Yılı | : | 2022 |
ISBN | : | 9786057393920 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |