
27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê
Ansîklopediyeke Kurdî ya bi Kurmancî heye tuneye nizanim!. Bawer nakim ku ansîklopediyeke Kurdî hebe, biserde jî ansîklopediyeke klasîkên cîhanê ya wejeyî ku nivîskarê bijarte hebe pê nizanim. Bi vê ramanê ketim riyeke xêrê, belê gelek jî dijwar li her santîmekê kelemek, astengîyek û dijwarîyek li pêş te be!. Di nav ewqas pirsê wejeyî yê dijwar de hêjaya ansîklopediyeke wejeya klasîka cihanê bi Kurdî çi giringîya xwe bilez hebe!? Ne ji leziyê hinekî ji meraqê dest pê kir, babet bû pirseke li ber deriyê min sekinî, min nikarî xwe şûnde bigrim, sedem ji bo rewşenbîrî û ronakbîrî kêm û zêde ew zanistî û agahdariya bo nivîskarê Kurd nifşê nû yê dahatû re bingeheke zext û girîng e!
Mebest ji pêdivîyekê hat pêş, sal zeman di ser re derbas bûn îro berhemeka di destê we de hate holê. Ji bo pêdivîya entellektulê Kurd ango întelexentsîya Kurd ji van klasîkên cîhanê xeberdar û agahdar bin! Lewra me ewqas karê girîng girte ser milê xwe. Îro nifşê nû ne wekî yên çel an pêncî salî berê bê pişt in. Nifşê nû derfetê bi dest dixîn bixwînin û bi zimanê cîhanê bizanin, ji wan re xwendina klasîkê cîhanê ne pirsgirêk e. Ragîhandinên nûjen wek înternet bi saya wî google, wikipedia û pirtûkxanê online li ber destan e. Ji kesatîyê zîrek û jêhatî re fersendên mezin peyde bûne, bes bila armanc xebata netewperwerî be. Ji me re jî ew derfet peyde bû komputer û înternet îcad bûye.
Yayınevi | : | Kil Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 546 |
Basım Yılı | : | 2022 |
ISBN | : | 9786057471185 |
Ebat | : | 13,5x21 |
Dil | : | Kürtçe (Kurmancî) |
Üye olmadan sipariş verebildim.
Ayrıca, kargo süreci hakkında da sistem üzerinden güncel olarak bilgilendirildim.
Memnuniyet duydum.